top of page

JI BO RAYA GIŞTÎ!

Dezgehên navdewletî

Kurdistaniyên hêja!

Mixabin car din dewleta terorîst û dagirker Îranê bi dronên xwe êrîşî

ser paytexta Herêma Kurdistanê kir. Di vê êrîşê de mixabin welatîyên

sivîl bûn qurbanî. Em raya giş. ya Kurdistanê û cîhanê agahdar dikin;


1. Îro rejîma Îranê li hember 3 perçeyên Kurdistanê terora dewletê

pêk tîne û Kurdên sivîl dike armanc.


2. Êrîşa dawî li ser Hewlêrê binpêkirin û destdirêjiyek nû ye ku

xûya dike wê bi bêdengîya civaka navdewletî. derbas bibe.


3. Dem haFye em wek miletê Kurd, ji siyaseta lavayî û lawazî dûr

bikevin û bi hemî derfetên xwe li hember Îran û Tirkîye, her du

dagirkerên welatê xwe cenga man û nemanê bikin.


4. Em hemû Kurdistaniyên li Dîyaspora vedixwînin ku dîsa hîmmet,

ezim û îradeya xwe nîşan bidin û helwesta xwe derbibirin.


Encûmena Hemahengî

16 Jan 2024


142 views
bottom of page