Mîtîng li dijî Peymana Lozanê li Genève 22 Tîrmeh 2023
- Jul 12, 2023
- 1 min read
Updated: Jul 12, 2023

Kurdistaniyên hêja!Kadirên neteweyî!
Em 100 saliya Peymana Lozan derbas dikin.
Divê ev bûyer bi bêdengî neqede!Peymana Lozanê welatê me perçe percekir. Di encama wê de dora 3 Miliyon hemwelatîyên Kurdistanî bûne qurbanî. Herwiha 24 komkujiyên mezin, 17 genocide û bi sedan şerên giran li ser Kurdan derbas bûne. Heta îro 5 Miliyon Kurdistanî ji ber vê peymanê derbider bûne û li diyasporayê bi cih bûne.
Dem, dema helwestê ye.
Komîteya hevbeş (Tora Ciwanan Kurdistanî û Komîteya Peymana Lozanê bi piştgiriya EH) roja 22.07.2023 li bajarê Genève mîtîngek lidar dixin.
Em bangewaziya Kurdistaniyan dikin kû li pêşiya Netewên Yekbuyî di vê roja reş de amade bibin.
Silav û rêz Komîteya hevbeş
Têkilî: +41 79 943 84 50 û + 41 78 607 16 79