top of page

Rênimayî û daxûyaniya Eencûmena Hemahengî a dawiya sala 2023




Kurdistaniyên hêja!

EH rênimayî û daxûyaniya xweyî dawiya salê ji bo raya giştî radigihîne.

Di rojan de EH dû eventên giring lidar xistin:


  • Konferansa Ciwanên Kurdistanî

  • Civîna berfireh a salane a EH


Tora Ciwanên Kurditanî di rojên 8 heta 10 ê meha December, bi harîkariya EH û Akademiya Klausenhof a Almanî, Konferansa

Perspektîf û Potansiyela Ciwanên Kurdistanî li Ewrûpa, lidar xistin.

Di vê konferansê de 135 kes beşdar bûn. 7 dezgehên ciwan û xwendekaran ji 5 welatên Ewrûpayî beşdar bûn. Têde 11 doktor, 8

mamostayên zanko, 6 lêkoler beşdar bûn. 38 xwendekar û hejmarek berçav ji ciwanan amade bûn.

Bi giştî rêjeya 61% ji ciwnan têde beşdar bûn. Herweha rêjeya 43% ji jinan têde amade bûn. Konferans ji 8 panel û dû

workshop pêk hatibû. Di dawiyê de biriyarnameyek 9 madeyî hat pejrandin. Herwesa Desteya Amadekar ya Ciwanan ji 27

kesan hat hilbijartin.

Em ji bo xeta ciwanan dibêjin:

Xebata Ciwanên Kurdistanî dest pêdike. Di sala bê de Tora Ciwanên Kurdistanî, wê bi plan û projeyek berfireh xizmeta doza

neteweya xwe bike.

  • Pêwîste ev tor hem wek eventek salane û hem jî wek dezgeh bê tomar kirin.

  • Divê xebata ciwanan dûr hizbî, serbixwe, sivîl û kurdistanî bimîne.

  • Divê ciwanên kurdistanî bibine motora xebata diyasporayê.


Herweha roja 22 vê mehê ji demjimr 19:30h heta 21:30h Civîna Berfireh a Salane ya EH birêve çû. 20 nûner ji 12 welat û 86

dezgeh têde beşdar bûn. Nûnerên dezgehên kurdistanî ji: Azerbaycan, Gurcistan, Ûrdûn, Filistîn, Lûbnan, Swîsre, Fransa,

Belçîka, Holanda, Almaniya, Swêd û Fînlandiya beşdar bûn. Civîn sê mijar temam kir.


1. Rapora xebata sala 2023 ya EH hat pêkêş kirin û nirxandin.

2. Dezgeh raportên xwe pêşkêş kirin û xebata 2023 nirxandin.

3. Plana xebata sala 2024 hat pêşkêş kirin u piştî gengeşeya beşdarvanan, hat pejrandin.


Kurdistaniyên hêja!

Kadîrên kurdistanî!

EH di sala bê de proje û planên xweyî nû hene. Em dixwazin di xebata diyasporaya kurdistanî de rola xwe bilîzin.

Sala 2024 ji bo me sala modelek nû ji xebatê ye. Li dora EH kom bibin û xebata neteweyî û kurdistanî bihêz bikin.


EH li ser stratejiya kurdistanî dimeşe:


  • Hêlên meyî sor ev in: Statu, nexşe û navê kurdistanê

  • Ala rengî û sembolên neteweyî

  • Stratejiya xebata sivîl, serbixwe û kurdistanî


ji ber vê yekê em bangewaz li kurdistaniyan û li kadîrên neteweyî dikin ku li dor EH kom bibin û EH bihêz bikin daku em bi

hevre projeyên stratejîk li diyasporayê serbixin.


Rênmayi ên EH Dec. 2023
.pdf
Download PDF • 5.88MB



24 December a 2023

Desteya Rêveber ya EH



bottom of page