top of page

Rênimayîên Encumena Hemahengî




Kurdistaniyên hêja!


Di roja 9 Oct de EH civîna xweyî fireh ya mehane lidar xist. Têde raportên diyasporaya kurdî li Ewrûpa, Kanada, Amerîka, Rojhilata Navîn u Qefqaziya hatin nirxandin. Civîn bi biriyar u planên nû bidawî bû.


EH di rênimayî yên xweyî vê mehê de li ser dû mijaran radweste.


Yekem . Bûyerên li Rojavayê Kurdistanê diqewmin, raste rast komkujî ne, terora dewlete, plana qirkirin u hilweşandina jêrxan u dezgeh u destkeftên milletê kurde.

Mixabin ev terora dewlet, di saya bêdengiya navdewletî u siyaseta duble standarda dewletan de birêve diçe. EH ji bo vê yekê vê rênimayî yê pêşkêşî diyasporaya kurdistanî dike. Pêdiviye kadrên neteweyî u dezgehên kurdistanî wan gavan bavêjin:


1. Divê parêzerên kurd u dezgehên çavdêrî yên mafên mirovan belgeyan kkm bikin u li ba dezgehên Neteweyên Yekbuyî u Yekîtiya Ewrûpa şikayetên xwe pêşkêş bikin.

2. Çalakiyên girseyî yên kilasîk pir encam nadin u tenê kêrî gotara kurdî - kurdî tên. Divê emçalakiyên nû lidar bixin ku rastewxwe bandor li ser raya giştî u masmediyaya cîhanî dikin.

3. Divê hemû dezgehên diyaspora bi huvdure kombibin u dosiyekî li dijî terora dewlet li Rojavayê kurdistanê wajo bikin.



Duyem . Bûyerên li Qefqaz li Qerebax diqewmin dîreket bi diyasporaya kurdî u bi çarenivîsa kurdan ve girêdayî ye. Mixabn dezinformasiyon u zaniyariyên saxte hene. EH daxwaz dike ku diyaspraya kurd u masmediyaya kurdî zaniyariyên rast veguhêzin u helwesteke dirist werbigrin.


a. Nîviya Qerebax u bi taybetî navçeya Zengezor kurdistanî ne u bi sedan sale kurd lê dijîn. Sala 1992 Arteşa Ermenistan kurd ji wan deran defxistin u ermenî têde bicih kirin. Piştî vegera Hêzên Azerbayan em ditirsin ku şûna kurdan Azerî bicih bikin. Loma pêwîste diyaspora u masmediya kurdî xelkê me teşwîq bikn da ku vegerin cih u warên xwe. Her core guherînek etnografî ji bo kurdan karesat e.


b.Dezgehên kurdî li Qefaziya, Asiyaya Navîn u Rûsiya divê Doza Kudistana Sor vegerînin u bikin stratejiya xweyî yekem. Ev pirs babetek hiquqiye u çênabe em dest jê berdin.


c. Êdî dem hatiye kurdên diyaspora zaniyariyên rast li ser torên civakî u digîtal media parve bikin.


Em wek EH piştgiriya hemwelatiyên xwe li Qerebax u Zengezor dikin u ji dezgehên kurdistanî dixwazin ku pişta xuşik u birayên xweyî kurd li Azervsyanê bigirin.



Silav u rêzên germ



Encûmena Hemahengî

17 views
bottom of page